Panel ji bo cejna zimanê kurdî

Diyarbekir- CNK panelekê ziman li ser rêk dixe

13 Gulan 2022 - 07:37
13 Gulan 2022 - 07:37
 0
Panel ji bo cejna zimanê kurdî

CNK bi beşdariya akademisyen Muhsîn Doskî, MehemedMalmîsanij û şa’ir Mueyed Teyîb derbarê ziman panelekê lidar dixe.

Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê (CNK) bi minasebeta 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî li Mîtanî Otel a Diyarbekirê panelekê derbarê ziman li dar bixe.

Panel wê roja yekşemê 15ê Gulanê saet 14:00an dest pê bike û biryar e helbestvanê ji Başûrê Kurdistanê Mueyed Teyîb bi navê Stûnên Şi’ra Kurdî li Başûrê Kurdistanê, akademisyen Mehemed Malmîsanij bi navê Kirmanckî (Zazakî) ya Nivîskî û akademisyen Muhsîn Doskî jî bi navê Berbestên li ber zimanêKurdî gotarekê pêşkêş bike. Herwiha wê parêzer Mursel Ekîcîjî moderatoriya panelê bike.

Ev nûçe bi tevahî 1361 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:08:12