Cemîl Hewramî: Xedîce Hezer li kampa Erbetê hat kuştin
Medyaya fermî ya Tirkiyê roja pêncşemê ragihand ku hêzên îstixbarata Tirkiyê (MÎT) endama Encûmena Rêveber a PKKê Xedîce Hezer li Silêmaniyê kuştine.

Endamekî serkirdatiya YNKê û Berpirsê Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn ê wê partiyê, cihê ku ew serkirdeyê kuştî yê PKKê dixwest biçe wê derê aşkere kir û bi îhtîmal nabîne ku zanyariyên ji nav PKKê ji îstixbarata Tirkiyê re bên dayîn.
Medyaya fermî ya Tirkiyê roja pêncşemê ragihand ku hêzên îstixbarata Tirkiyê (MÎT) endama Encûmena Rêveber a PKKê Xedîce Hezer li Silêmaniyê kuştine.
Berpirsê Komela Pêşmergeyên Dêrîn a YNKê û serkirdeyê wê partiyê Cemîl Hewramî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro hate belav kirin ku endama Encûmena Serkirdetiya PKKê Xedîce Hezer çûye kampa Erbetê û penaberên Rojavay li wir hatiye kuştin.
Herwiha Hewramî got: “Me hişyarî daye PKK ku nekeve bajêr û di asteke bilind de ji wan re hatiye gotin, lê hinek ji wan nexweş in û nikarin li Qendîlê bên dermankirin. Malûmat an ji nava PKKê ye, diçe nava îstîxbarata Tirkiyê û Tirkiye jî welatekî mezin e û haya wê ji her tevgera PKKê çêdibe?"
Tevî ku Tirkiyê bi fermî ragihandiye ku Xedîce Hezer li Silêmaniyê hatiye kuştin, lê agahiyên zêdetir nedane.
Xedîce Hezer xwîşka Tuba Hezar, endama berê ya fraksiyona HDPê li parlamentoya Tirkiyê ye û parlamentera bajarê Wanê bû. Di sala 1998an de birayekî wan di şerê navbera Tirkiye û PKKê de jiyana xwe ji dest daye. Xedîce di Hezer sala 1991an de tevlî PKKê bûye û berpirsyara sînorên Ermenîstan, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê bûye.
Herwiha PKKê heta niha mirina Xedîce Hezer ti daxuyanî nedaye û piştrast nekiriye.
Meclisa Rêveber piştî serokatiyê organa herî bilind a siyasî ya PKKê ye, desthilatdariya wê li ser hemû bask, kom û aliyên PKKê heye û endamên wê weke rêveberên sereke yên PKKê tên dîtin.
Nûvekirina herî dawî: 16:53:33