Firokeyên Tirkiyê li Zaxoyê otomobîlek kirin armanc: Kuştî hene

Firokeyên şer ên Tirkiyê otomobîlek li Zaxoyê kirin armanc û li gor zanyariyan di wê êrişê de du kesan canê xwe ji dest dane.

1 Mijdar 2019 - 02:48
1 Mijdar 2019 - 02:48
 0
Firokeyên Tirkiyê li Zaxoyê otomobîlek kirin armanc: Kuştî hene

Peyanêrê Rûdawê ragihand ku firokeyên şer ên Tirkiyê îro piştî nîvro li herêma ku dikeve navbera deverên Derkar û Bersawa li navçeya Zaxo ya Duhokê, otomobîlek bombebaran kirin.

Di encama wê êrişê de 2 kesên ku di otomobîlêde bûn canê xwe ji dest dane û termên wan jî ji ber wê êrişê bi temamî şewitîne û nayên naskirin.

Heta niha nayê zanîn bê ka ew kesên bûne qûrbanî xelkê sivîl in an jî endamên PKKê ne û derbarê bûyerê de ji aliyê artêşa Tirkiyê û herwiha PKKê ve ti zanyarî nehatine belavkirin.

Ev nûçe bi tevahî 1576 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:25:28