Hêzên Tirkiyê gundewarê Minbicê topbaran kirin

Hêzên Tirkiyê gundê Ereb Hesen li bakurê Minbicê li rojhilatê Helebê topbaran kirin.

14 Cotmeh 2022 - 04:33
14 Cotmeh 2022 - 04:33
 0
Hêzên Tirkiyê gundewarê Minbicê topbaran kirin

Li gor daxuyaniya Encûmena Leşkerî ya Minbicê ya ser bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve, êvara 13ê Cotmehê, hêzên Tirkiyê gundê Ereb Hesen li bakurê Minbicê li rojhilatê Helebê topbaran kirine.

Encûmena Leşkerî ya Minbicê ragihandiye, di encama topbaranan de 3 top li malên gund ketin, tirsek ket nava gundiyan û xelkê malên xwe bicîh hiştine.

Roja 10ê Cotmehê jî hêzên Tirkiyê gundên El-Masî, el-Diyabat û Ewn el-Dadat ên Minbicê li rojhilatê Helebê topbaran kiribûn, di encam de gundiyan malên xwe bicîh hiştibûn.

Minbic ji sala 2016an ve di kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê (Rojava) de ye, rêveberiyeke sivîl karûbarên wê yên îdarî û sivîl birêve dibe û Encûmena Leşkerî ya Minbicê herêmê diparêze.

Ev nûçe bi tevahî 711 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:15:36