5 Pêşmerge di bûyereke çûnûhatinê de canê xwe ji dest dan
Di bûyereke çûnûhatinê li ser riya Derbendîxan – Zerayen de, 5 Pêşmergeyan canê xwe ji dest dan.

Di bûyereke çûnûhatinê li ser riya Derbendîxan – Zerayen de 5 Pêşmergeyan canê xwe ji dest dan.
îro danê sibehê 01.10.2022an li ser rêya Derbendîxan – Zerayen otomobîleke Pêşmergeyan û barhilgirekê li hevdu ketin û di encamê de 5 Pêşmergeyan canê xwe ji dest dan.
Pêşmergeyên canê xwe ji dest dane ser bi Lîwaya Pêncê ve ne û dema ji erkê xwe vedigeran malê, bûyera çûnûhatinê rû daye.
Nûvekirina herî dawî: 17:06:00