Kurdên li Kerkûkê dê bi çar lîsteyan beşdarî hilbijartinên parêzgehan bibin
Biryar e roja 18.12.2023ê hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê bên kirin. Li gorî zanyariyên K24ê, kurd li Kerkûkê ne bi yek lîsteyê, dê bi zêdetir ji çar lîste û hevpeymanan, beşdarî beşdarî van hilbijartinan bibin. Lê heta niha ti hêzên siyasî lîste û hevpeymaniyên xwe pêşkêşî komîsyonê nekirine.

Beşek ji welatiyên Kurd ên Kerkûkê, dixwazin aliyên siyasî bi yek lîste û hevpeymaniyê beşdarî hilbijartinan bibin, lê heta niha tiştek nîne ku Kurd dê li hetir parêzgehekê bi yek lîsteyê biçin hilbijartinan.
Welatiyê Kerkûkî Şefîq Şiwanî dibêje: “Eger Kurdên Kerkûkê bibin yek û yekdeng bin, dê ji bo me hemûyan gelekî baş be.”
Hêzên siyasî heta niha li Kerkûkê neketine bin daxwaza Kurdistaniyan ji bo di yek lîsteyê de bin. Partiya Komunîst a Kurdistanê jî destpêşxeriyek ji bo komkirina YNK, PDK û hemû hêzên Kurdistanî di yek lîsteyê de, daye destpêkirin, lê hewla wan heta niha biser neketiye.
Sekreterê Malbenda Kerkûkê ya Partiya Komunîst a Kurdistanê Dilşad Hesarî ji K24ê re ragihand; “Em destpêşxeriya xwe dikin û vê erkê dîrokî datînin ser milê YNK û PDK’ê.”
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê rê li ber hêzên siyasî vekiriye ku lîste û hevpeymaniyên xwe pêşkêş bikin, lê heta niha ti partiyeke Kurdistanî lîsteyek pêşkêş nekiriye.
Nûvekirina herî dawî: 15:13:16