Li Amedê qeza: Polîsek mir û 5 kes birîndar bûn

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê 2 otomobîl û yek barhilgirê li hevdan di encmê de polîsekê canê xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.

24 Çile 2023 - 04:08
24 Çile 2023 - 04:08
 0
Li Amedê qeza: Polîsek mir û 5 kes birîndar bûn

Li gor agahiyan, duh roja 23ê çile 2023ê li ser rêya diçe Rihayê li fetlîneka Kantar ya Amedê, otomobîlekê despêkê li otomobîla polîsekê daye û piştre jî li barhilgirekê daye. Di encamê de polîsê bi navê Kemal G. canê xwe ji dest daye û 5 kes jî birîndar bûne.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatine şandin. Birîndar bo nexweşxaneyên bajêr hatine veguhestin.

Piştî bûyerê demkî rêya diçe Rihayê li çûn û hatinê hat girtin û piştre hat vekirin.

Ev nûçe bi tevahî 585 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:42:48