Li Aydinê teqîn: Mirî û birîndar hene

Li navçeya Nazîllî ya Aydin a ku li rojavayê Tirkiyê dikeve di xwaringehekê de teqînek çêbû û herî kêm 7 kesan canê xwe ji dest dan.

30 Berfanbar 2022 - 11:52
30 Berfanbar 2022 - 11:52
 0
Li Aydinê teqîn: Mirî û birîndar hene

Li navçeya Nazîllî ya ser bi bajarê Aydin yê Tirkiyê îro Înê 30ê Berfanbara 2022an di encama teqîna tupê gazê yê xwaringehekê de 7 kesan canê xwe ji dest dan û 1 jê giran 4 kes jî birîndar bûn.

Parêzgarê Aydinê Huseyîn Aksoy ragihand, îro Înê 30ê Berfanbara 2022an di demjimêr derdora 15.30an de li taxa Altintaş a girêdayî navçeya Nazîllî ya ser bi bajarê Aydinê yê Tirkiyê, di dema guhertina tûpê gazê yê xwaringehekê de teqînek çêbûye û di encamê de 7 kesan canê xwe ji dest dane û 4 kes jî birîndar bûne.

Parêzgarê Aydinê Huseyîn Aksoy ragihand tîmên tendirustî û hawarçûnê çûne cihê bûyerê û dest bi karûxebatên rizgarkirinê kirine.

Ev nûçe bi tevahî 666 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:56:36