Li Colemêrgê barhilgirek wergeriya: 3 kes birîndar bûn

Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê,barhilgirek wergeriya û di encamê de 3 kes birîndar bûn.

12 Berfanbar 2022 - 04:41
12 Berfanbar 2022 - 04:41
 0
Li Colemêrgê barhilgirek wergeriya: 3 kes birîndar bûn

Li nêzîk herêma Serê Solan a Colemêrgê, doh 11ê Kanûnê barhilgireke komir barkirî ji rê derket û wergeriya. Di encama bûyerê de şofêr û 2 kesên di barhilgirê de birîndar bûn, ku yek jê asê bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin. Du birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê hatin veguhestin.

Ji bo rizgarkirina birîndarên din tîmên AFADê û tîmên berevaniya sivîl bo cihê bûyerê hatin şandin. Birîndar piştî xebatên dirêj ji cihê asê mabû, hat rizgazkirin û bo Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê hat veguhestin.

Ev nûçe bi tevahî 742 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:59:03