Mesrûr Barzanî: Yekîtiya Jinan di pêgehandina jinên serkirde de roleke wê ya diyar û pêşeng hebûye

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bi boneya 70 saliya damezrandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê peyamek belav kir û ragihand, roleke diyar û pêşeng a Yekîtiya Jinan di pêgehandina gelek rêveberên jin de hebû.

12 Berfanbar 2022 - 04:39
12 Berfanbar 2022 - 04:39
 0
Mesrûr Barzanî: Yekîtiya Jinan di pêgehandina jinên serkirde de roleke wê ya diyar û pêşeng hebûye

îgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragihand, “Bi boneya 70 saliya damezrandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê, germtirîn pîrozbahiyê li Sekreter, Nivîsgeha Sekreteriyê, Encûmena Bilind û hemû endamên Yekîtiya Jinên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftin û berdewamiyê di têkoşîna wan a rêxistinî de ji bo parastina mafên jinan dixwazim.”

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar kir jî: “Yekîtiya Jinên Kurdistanê di qonaxên cuda yên têkoşîna rizgarîxwaziya gelê Kurd de, bi taybetî di warê parastina mafên rewa yên jinên Kurd, azadî û wekheviyê de, xwedî dîrokeke serwer e û roleke wê ya diyar û pêşeng di pêgehandina gelek pêşengên jin de hebûye.”

Cîgirê Serokê PDKê dibêje: “Bi vê boneyê, em têkoşîna bêwestan a Yekîtiya Jinên Kurdistanê bilind dinirxînin û piştgiriya xwe ya ji bo têkoşîn, xebat û çalakiyên wan û parastina mafên jinan dubare dikin.”

Ev nûçe bi tevahî 684 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:17:51