Lı gundê Kêste du jin di topbarana Tirkiyê de birîndar bûn

Ji ber topbarana Tirkiyê du jin li devera Kanî Masê ya Duhokê birîndar bûn.

18 Hezîran 2022 - 03:07
18 Hezîran 2022 - 03:07
 0
Lı gundê Kêste du jin di topbarana Tirkiyê de birîndar bûn

Duh artêşa Tirkiyê ji ber çekdarên PKKê derdora gundê Kêste li devera Kanî Masê ya Duhokê topbaran kir.

Muxtarê Kêste, Umêd Kêsteyî ji BasNewsê re got, ji ber topbaranê 2 jinên gund birîndar bûn.

Umêd Kêsteyî da zanîn, ew her du jinên birîndar niha li nexweşxanê tên dermankirin.

Bi gotina muxtar, jinek di serê xwe de û ya din jî di destê xwe de birîndar bûne. Jiyê yekê 25 û jiyê ya din jî 40 sal e.

Ev nûçe bi tevahî 910 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:58:48