Li Gurgumê qezaya trafîkê: 7 kes birîndar bûn

Li parêzgeha Gurgumê ya Bakurê Kurdistanê du otomobîlan li hev dan û di bûyerê de 7 kes birîndar bûn. Bûyer îro berê sibehê 5ê Kanûna 2022an li navçeya Goksunê ser bi Gurgumê qewimî û di bûyerê de 7 kes birîndar bûn.

5 Berfanbar 2022 - 09:25
5 Berfanbar 2022 - 09:25
 0
Li Gurgumê qezaya trafîkê: 7 kes birîndar bûn

Li Taxa Kireç ser bi navçeya Goksunê otomobîla bi şofêrtiya O.A. û otomobîla bi şofêrtiya A.A. li hev dan. Di bûyerê de şofêrên her du otomobîlan jî di nav de 7 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirina aliyên peywendîdar, tîmên tenduristî û cendirme bo cihê bûyerê hatin şandin. Birîndar ji aliyê tîmên tendirûstî ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Goksunê hatin veguhestin.

Hatiye ragihandin ku rewşa birîndaran baş e.

Ev nûçe bi tevahî 506 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:30:32