Li Hewlêr drone ket
Şeva borî 29.12.2022yê dronek nêzîkî nahyeya Behirke ket xwarê û vê derbarê de Dije Teror a Kurdistanê jî daxuyaniyek belav kir.

Li gor daxuyaniya Dije Teror a Kurdistanê, dronekî çavdêriyê ya Hêzên Hevpeymanan ji ber pirsgirêkekî teknîkî li çoltera nêzîkî nahyeya Behirke ketiye xwarê.
Li gor zanyariyên Dije Teror a Kurdistanê îro demjimêr 19:00ê dronekî çavdêriya Hêzên Hevpeyman ji ber pirsgirêkekî teknîkî li çoltera nêzîkî Cejnekan a ser bi nahyeya Behirke ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ketiye xwarê û ti ziyanek li dû xwe neanî ye.
Dije Teror a Kurdistanê teqez kir: ‘’hemwelatiyan piştrast dikin ku bûyer ne cîhê metirsiyê ye.’’
Nûvekirina herî dawî: 04:29:49