Li Merîwanê 4 kolber bi guleyên hêzên Îranê birîndar bûn

Li bajarê Merîwan yê Rojhilatê Kurdistanê 4 kolberên kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hatin birîndarkirin.

13 Gulan 2022 - 07:33
13 Gulan 2022 - 07:33
 0
Li Merîwanê 4 kolber bi guleyên hêzên Îranê birîndar bûn

Li bajarê Merîwan yê Rojhilatê Kurdistanê 4 kolberên kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hatin birîndarkirin.

Malpera mafên mirovan a Hengaw rageihandiye, duh li devera sînorî ya Dolebî li nêzîkî bajarê Merîwanê pasdarên Îranê komek kolberên kurd dan ber guleyan.

Li gorî agahiyan, di wê gulebaranê de 4 kolber birîndar bûn û yek jî hat girtin.

Tevahiya wan kolberan xelkê gundê Serdoş yê Merîwanê ne û navê wan jî wiha ye: Eyûb Pîrozî, Ebûbekir Fetahî, Dana Pîrozî, Elî Pîrozî

Ev nûçe bi tevahî 626 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:55:36