Li Nevşehîrê mînîbusa karkerên Şirnexî wergeriya

Li parêzgeha Nevşehîr a Tirkiyê mînîbusa ku ji parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê karkerên çandiniyê bo Duzceyê vediguhestin wergeriya û di encam de 24 karker birîndar bûne.

17 Tîrmeh 2023 - 08:52
17 Tîrmeh 2023 - 08:52
 0
Li Nevşehîrê mînîbusa karkerên Şirnexî wergeriya

Li gor agahiyan roja Duşemê 17ê Temûza 2023an li ser rêya Nîgde-Enqereyê mînîbusa ku karkerên çandiniyê ji parêzgeha Şirnexê dibirin parêzgeha Duzce ya Tirkiyê wergeriyaye.

Piştî qezayê, li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û hêzên ewlekariyê çûne cihê bûyerê.

Li gor zanyariyan, di encama qezayê de şofêr û 23 karker birîndar bûne û bo nexweşxaneyên Nigde û Nevşehîrê hatine veguhestin.

Derbarê rewşa tendirustiya karkeran de ti zanyarî nehatiye belavkirin.

Ev nûçe bi tevahî 804 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:37:30