Li Şingalê gorreke din ya bi kom hat dîtin

Li devera Şingalê ya Başûrê Kurdistanê gorreke din ya bi kom hat dîtin.

17 Adar 2018 - 05:55
17 Adar 2018 - 05:55
 0
Li Şingalê gorreke din ya bi kom hat dîtin

Vekolerê êzîdî Dawid Murad Xetarî ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, gorreke bi kom di navbera gundên Rizka û Cedale yên nahiya Gir Izêrê ya Şingalê hat dîtin.

Xetarî her wiha gotiye, ev gorr hîn nehatiye vekirin ji ber wê jî nayê zanîn çend cenaze tê de ne.

Wî vekolerê êzîdî daye zanîn, hejmara gorrên bi kom yên êzîdiyan gihîşt 79an.

Dema terorîstên DAIŞê êrişî devera Şingalê kirin, bi dehan kurdên êzîdî komkuj kirin û xistin nav gorrên bi kom.

Ev nûçe bi tevahî 4690 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:51:40