Li Sûriyeyê balafireke Îsraîlê hat xistin

Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê vê sibehê Navgîneke Hewayî ya Bêmirov (NHB) ya Îranê tespît kiriye û ji ber vê yekê êrîşê hedefên Îranê yên li Sûriyeyê kiriye. Li beramberî vê yekê di encama moşekên ku ji aliyê Sûriyeyê ve hatine avêtin de balafireke Îsraîlê ketiye.

10 Sibat 2018 - 04:05
10 Sibat 2018 - 04:05
 0
Li Sûriyeyê balafireke Îsraîlê hat xistin

Çapemeniya Îsraîlê daxuyand ku Îsraîlê vê sibehê tespît kiriye ku NHByeke Îranê ketiye nav axa Sûriyeyê û artêşa Îsraîlê ji ber vê yekê li hedefên Îranê yên li Sûriyeyê daye.

Herwisa hat diyarkirin ku li beramberî vê yekê ji aliyê Sûriyeyê moşek li dijî Îsraîlê hatine avêtin û di encama vê yekê de balafireke Îsraîlê li ser axa Îsraîlê ketiye xwarê. Du pîlotên balafirê bi birîndarî rakirine nexweşxaneyê.

Televîzyona Dewletê ya Sûriyeyê jî got, "Pergala me ya hewayî balafireke Îsraîlê xist".

Ev nûçe bi tevahî 4407 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:07:11