Mesrûr Barzanî biryarekê di berjewendiya xelkê hejar û kêmderamet de dide

Parêzgarê Hewlêrê radigihîne, li ser biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî, “Texmîna nirxê zeviyên sindoqê ji sedan 30 bû sedan 10 û dê were tomarkirin û dê destûra avakirina xaniyan were dayîn.”

28 Tebax 2023 - 08:03
28 Tebax 2023 - 08:03
 0
Mesrûr Barzanî biryarekê di berjewendiya xelkê hejar û kêmderamet de dide

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw di daxuyaniyekê de ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî razemendî li ser çend biryaran ji bo zeviyên sindoqan û xaniyan li gundan nîşan daye û "Nirxa texmînkirî ya zeviyên sindoqan ji seddi 30 bo seddi 10 hatiye kêmkirin û ew dê bên tomarkirin û dê destûr ji bo avakirina xaniyan bê dayîn.”

Her wiha got: “Di dema borî de me çendîn civîn lidar xistin û daxwazên welatiyan kom kirin û gotûbêj kirin, ew daxwaz hatin di reşnivîsekê de hatin komkirin û ew reşnivîs hat pesendkirin.”

Zeviyên sindoqê, zeviyên ku welatiyan li milê çep û rastê bi zêdeyî kirine ava kirin, lê hîn jî destûr nehatiye dayîn ku bibin xanî.

Omêde Xoşnaw da zanîn ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo alîkariya xelkê kêmderamet û hejar razemendî nîşan daye ku li gorî pêwîst hêsankarî di çakkirina xaniyan de bê kirin.

Ev nûçe bi tevahî 1043 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:47:44