Mesrûr Barzanî ligel Cîgirê Serokê Îmaratê civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 12ê Sibatê li Dubay ligel Cîgirê Serokê Dewleta Îmaratê û Serokê Encûmena Wezîran û Mîrê Dubeyê Şêx Mihemed Bin Raşid Al Mektûm civiya.

13 Sibat 2023 - 02:42
13 Sibat 2023 - 02:42
 0
Mesrûr Barzanî ligel Cîgirê Serokê Îmaratê civiya

Di civînê de ku Cihnişînê Dubayê Şêx Hemdan Bin Mihemed Bin Raşid Al Mektûm û hejmarek ji rayedarên payebilind ên Îmarat amade bûn, guftûgo li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera Îmarat û Herêma Kurdistanê de hat kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştevaniya berdewam a dewleta Îmarata Erebî ji çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bi taybetî di warê bazirganî û veberhênanê de kir.

Ji aliyê xwe ve, Şêx Mihemed Bin Raşid dilxweşiya xwe li hember serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da û daxwaza pêşvebirina pêwendiyên dualî di hemû waran de dubare kir.

Ev nûçe bi tevahî 638 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:51:08