Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Letîf Reşîd kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duh êvarê di pêwendiyeke telefonî de pîrozbahî li Letîf Reşîd kir ku wek Serokomarê Iraqê hat hilbijartin.

14 Cotmeh 2022 - 04:20
14 Cotmeh 2022 - 04:20
 0
Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Letîf Reşîd kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê vê mijarê de ragihand: “Min pîrozbahî li Dr. Letîf Reşîd kir bi boneya hilbijartina wî wek Serokomarê nû yê Iraqa Federal.”

Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Min jê daxwaz kir, di asta berpirsyariya xwe ya girîng de be ji bo parastina mafên destûrî yên hemû Iraqiyan tevî Herêma Kurdistanê.”

Herwiha destnîşan kir: “Niha divê îradeyeke rasteqîn hebe, da ku em jinûve dest pê bikin. Êdî nabe daxwaz û pêwîstiyên xelkê werin paşguhkirin.”

Ev nûçe bi tevahî 647 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:52:10