Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 47 saliya damezrandina Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê, peyameke pîrozbahiyê belav kir

8 Tebax 2023 - 05:10
8 Tebax 2023 - 05:10
 0
Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 47 saliya damezrandina Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê, peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de ragihand, “Roleke berçav ya Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê di tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê de hebû.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama xwe arasteyî Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd kir û tê de got: “Bi boneya 47 saliya damezrandina Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we, serkirdayetî û hemû endam û alîgirên partiya we ya têkoşer dikim û hêviya pêşketin û serkeftinê ji we re dixwazim.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand jî, “Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê di tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê de roleke wê ya berçav hebû û hêvîdar im ligel hemû aliyên Kurdistanî yên niştimanperwer li ser parastina mafên rewa û destûrî yên gelê Kurdistanê û destkeftên netewî berdewam be.”

Ev nûçe bi tevahî 299 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:54:26