Mesrûr Barzanî: Rêkeftina 11ê Adarê destkefteke girîng a gelê Kurdistanê ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di salvegera Rêkeftina 11ê Adarê de peyamek belav kir.

11 Adar 2023 - 04:38
11 Adar 2023 - 04:38
 0
Mesrûr Barzanî: Rêkeftina 11ê Adarê destkefteke girîng a gelê Kurdistanê ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di salvegera Rêkeftina 11ê Adarê de peyamek belav kir û ragihand, ew rêkeftin destkefteke girîng a gelê Kurdistanê ye û belgenameyeke dîrokî ye li ser serkeftina daxwaza xelkê Kurdistanê û peyama wê ya aştîxwaz.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Em îro rêkeftina 11ê Adarê bi bîr tînin, ku pêncî û sê sal berê, hikûmeta Iraqê neçar bû, ji ber berevanî û xweragiriya xelkê Kurdistanê di şoreşa mezin a Îlonê de bi rêberiya Barzaniyê Nemir, wê rêkeftinê îmze bike û hinek daxwazên gelê Kurdistanê nas bike.

Rêkeftina 11ê Adara 1970, destkefteke girîng a gelê Kurdistanê ye û belgenameyeke dîrokî ye, li ser serkeftina xwasta xelkê Kurdistanê û peyama xwe ya aştîxwaz, ku her dem xwestiye bi rêya danûstandin û gotûbêj û rêya çareseriyê ya aştiyane, kêşe werin çaresekirin.

Lê belê mixabin hikûmeta wê demê ya Iraqê, ji soz û rêkeftina xwe ya ligel serkirdetiya Kurdistanê paşgez bû û dest bi êrîşkirina Kurdistanê kir û di encamê de ji ber siyaseta şerxwazî ya rejîma Iraqê, Herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî, rûbirûyî şer û wêrankarî û karesata mezin bûye, ku heta niha jî xelkê Herêma Kurdistanê, ji destê wan tawanan dinalin û nehatine qerebûkirin.

Di vê bîranînê de, em helwesta xwe ya dakokîkirin û destneberdana ji mafên xwe yên destûrî û çareserkirina kêşeyan bi awayekî bingehîn û aştiyane û li ser bingeha destûrê, dubare dikin.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

11ê Adara 2023an

Ev nûçe bi tevahî 537 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:02:28