Mesrûr Barzanî serdana Fermangeha Teknolojiya Zanyarî kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Fermangeha Teknolojiya Zanyarî (DIT) ya hikûmetê kir û ji aliyê Serokê Fermangehê Hîwa Efendî ve pêşwazî lê hate kirin.

5 Îlon 2022 - 02:43
5 Îlon 2022 - 02:43
 0
Mesrûr Barzanî serdana Fermangeha Teknolojiya Zanyarî kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî ku serdana beşên fermangehê kir, ji bo cara yekem Sentera Data ya Navendî ya hikûmetê bi fermî vekir ku navendeke zanyariyên fermanberên hikûmet û welatiyan, xizmetguzariyên giştî yên Herêma Kurdistanê û sîstemeke zanyarî ye û bi awayekî dîjîtal ê pêşketî û parastî kar dike û alîkariyeke mezin dide dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ta bi awayekî serdemyane û pêşketî, xizmetguzariyan pêşkêşî welatiyan bike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî destxweşî li karmendên Fermangeha Teknolojiya Zanyariyan kir ji bo kar û asta bilind û pêşketî ya fermangeha wan kir û tekez kir ku dîjîtalkirina xizmetguzariyan, beşeke giring e ji proseya çaksazî ya Kabîneya Nehem e ku dibe sedema pêşvebirina şefifiyat, nehîştina rûtîn, bîrokrasî û xizmetkirina welatiyên Herêma Kurdistanê bi awayekî bilez û baştir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got, şanaziyê bi wê dikin ku em xwedî sentereke zanyariyan a pêşketî ya ji vê cureyê ne û cihê xweşhaliyê ye ku karmens, endezyar û şarezayên di warê IT ya vê fermangehê, derçûyên zanîngehên Kurdistanê ne û karîne vê sentera pêşketî damezirînin û bi pêş ve bibin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi wê da ku ev senter, yek ji berhemên proseya çaksazî ye û hevkariyeke mezin dide hikûmetm karta taybet û welatiyan bi giştî û di pêşerojê de berhemên wê dibînin.

Ev nûçe bi tevahî 731 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:36:08