Mesrûr Barzanî û Balyoza Swîsre li Iraq û Urdinê rewşa Iraq û navçeyê gotûbêj dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 6ê Hezîrana 2023an pêşwazî li Balyoza Swîsreyê li Iraq û Urdinê Emilia Georgiova kir.

6 Hezîran 2023 - 10:16
6 Hezîran 2023 - 10:16
 0
Mesrûr Barzanî û Balyoza Swîsre li Iraq û Urdinê rewşa Iraq û navçeyê gotûbêj dikin

Li gor malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê û pêşxistina pêwendiyên dualî hatin gotûbêjkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina peywendiyên ligel Swîsrayê û sûdwergirtina ji ji ezmûna wê ya pêşketî di warên cuda de dubare kir.

Balyoza Swîsrayê li Iraq û Urdinê jî di hevdîtinê de behsa geşebûn û prosesa avedankirina Herêma Kurdistanê kir û amadehiya welatê xwe ji bo bihêzkirina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê bi taybetî di warên pîşesazî û danûstandinên bazirganî de nîşan da.

Her wiha pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de, giringiya dabînkirin û rêzgirtin ji mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê, rewşa kampên penaberan li Herêma Kurdistanê û amadekirina zemîneya vegera xwebexş bo cihên xwe gotûbêj kirin.

Her wiha rûbirûbûna bandorên neyînî yên guherîna keşhewayê û girîngiya parastina çavkaniyên avê jî çend mijarên din civînê bûn.

Ev nûçe bi tevahî 572 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:38:37