Nêçîrvan Barzanî: Hewla mamosteyên olî di pêşxistina pêkvejiyanê de girîng e
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta 52 saliya damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê pîrozbahiyê li Yekîtiya Zanayan kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta 52 saliya damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyên xwe pêşkeşî Serok û Mekteba Bicîkar a Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê û hemû mamosta û zanayên olî kir û serkeftin ji wan re xwest.
Di peyama xwe de Barzanî dibêje: “Bi vê minasebetê em bi rêz û hurmet li têkoşîna Yekîtiya Zanayan a di qonaxên şoreş û azadiyê de dinêrin û silavan li giyanê şehîdên Yekîtiya Zanayan dikîn. Em rol, pêgeh û bandora Yekîtiya Zanayan û Mamostayên Olî di civaka Kurdistanê de, bi taybetî di pêşxistina pêkvejiyanê, lêborîn û rûbirûbûna tundrewiyê de bilind dinirxînin.”
Serokê Herêma Kurdistanê di beşeke din a peyama xwe de destxweşî li Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistanê kir, ji ber kar û hewlên wê yên ji bo bidestxistina mafên mamostayên olî û hemû piştevaniyê ji bo xizmetkirin û baştirkirina jiyana zana û mamostayên olî.
Nûvekirina herî dawî: 20:42:04