Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê dike
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê dike û ligel Serokwezîrê Iraqê dicive.

Li gorî zanyariyan, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo beşdarî panelekê derbarê Herêma Kurdistanê de bibe, îro 4ê Gulana 2023an serdana Bexdayê dike.
Her wiha Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê dê ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî bicive û rewşa Iraq û navçeyê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj bike.
Nûvekirina herî dawî: 18:54:53