PDK'ê ENKS'ê xwest ku beşdarî halbijartinên Rojava bibe

Şandeke Parlamentoya Kurdistanê çavdêriya hilbijartinên civatên xwecihî yên Rojavayê Kurdistanê dike, û endameke wê şandê hêvî xwest ku tevahiya aliyên beşdar û aliyên din ên ku baykot kirine, bi hevre ezmûna Rojavayê Kurdistanê biparêzin.

30 Mijdar 2017 - 05:50
30 Mijdar 2017 - 05:50
 0
PDK'ê ENKS'ê xwest ku  beşdarî halbijartinên Rojava bibe

Perlemantera PDK'ê û endama şanda Parlemêntoya Herêma Kurdistanê Amîne Zikrî ragihand, ku ew ji aliyê Komisyona Hilbijartinan a Rojavayê Kurdistanê ve hatine vexwendin û dê li Rojavayê Kurdistanê çavdêriya birêveçûna hilbijartinan bikin.

Di devama axaftina xwe de Amîne Zikrî anî ziman ku ew hêvî dikin ku tevahiya aliyên beşdar û aliyên din yên ku hilbijartinên encumenên xwecihî yên Rojavayê Kurdistanê baykot kirine bi hevre ezmûna Rojavayê Kurdistanê biparêzin

Parlamenterê YNK'ê Zana Ebdulrehman jî ku cihê xwe di nav şanda Parlamentoya Kurdistanê de digire, daxuyakirin ku metirsî li ser ezmûna Rojavayê Kurdistanê heye û daxwaz kir, ku tevahiya aliyên Kurdî, beşdarî hilbijartinan bibin.

Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Pêşverû jȋ ev hilbijartin boykut kirine.

Her wiha Parlamenterê PDK'ê Elî Halo daxwaz ji ENKS'ê kir ku beşdarî hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê bibe, û daxwaz ji Rêveberya Xweser jî kir ku rê li ber tevahiya aliyên siyasî veke.

Ev nûçe bi tevahî 1542 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:55:55