Protokolekî giring a hevtêgeheştinê di navbera Herêma Kurdistan û Amerîkayê de hat îmza kirin

Îro bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve protokolekî giring a hevtêgeheştinê di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de hat îmza kirin.

21 Îlon 2022 - 10:12
21 Îlon 2022 - 10:12
 0
Protokolekî giring a hevtêgeheştinê di navbera Herêma Kurdistan û Amerîkayê de hat îmza kirin

Îro 21.09.2022yê di merasîmekî de bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgira Wezîrê Berevaniya Amerîkayê ya Karûbarên Asayîşa Navnetewî Celeste Wallender û şandeya li gel û cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, balyozê Amerîkayê li Iraqê û hejmarek wezîr û şêwirmendên leşkerî ve protokola hevtêgeheştinê di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Amerîkayê de hat îmza kirin.

Di merasîmê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkeş kir û amaje bi qehremaniya Pêşmerge ya di şerê dijî terorê de kir û balkêşa ser piştevaniya Amerîka û Hêzên Hevpeyman li Iraq û Herêma Kurdistanê de bi bandor bûye di têkşikandina DAIŞê de.

Herwaha diyar kir hewkarî û hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê ya ji bo tekoşîna dijî metirsiyên terorê û ji bo wê spasiya Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê Mistefa Kazimî kir.

Serokê Herêmê amaje bi pêbendiya Herêma Kurdistanê ya bi hevbeşiya li gel Amerîkayê kir û ji ber hewkarî û piştgiriya wan a di çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û proseya yekxistina Pêşmerge de spasiya Amerîka û welatên dost kir.

Ev nûçe bi tevahî 515 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:36:45