Serok Barzanî hêvî dike peywendiyên Herêma Kurdistanê û Koreya Başûr zêdetir bipêş bikevin

Serok Barzanî îro 15ê Çileya 2024an pêşwazî li Konsulê nû yê Koreya Başûr li Hewlêrê Seungcheol Lim kir û hêvî xwest pêwendiyên di navbera Hewlêr û Seulê de zêdetir bipêş bikevin.

15 Çile 2024 - 09:36
15 Çile 2024 - 09:36
 0
Serok Barzanî hêvî dike peywendiyên Herêma Kurdistanê û Koreya Başûr zêdetir bipêş bikevin

Di hevdîtinê de, Konsulê Koreya Başûr dilxweşiya xwe nîşan da ku weke Konsulê welatê xwe li Herêma Kurdistanê dest bikar bûye û rola gelê Kurd û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ku ji bo azadî û parastina aramî û asayîşê tekoşîn kirine, bilind nirxand.

Konsulê nû yê Koreya Başûr behsa pêwendiyên dostane yên di navbera gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê û Komara Koreya Başûr de kir û amadeyiya xwe jî bo bihêztir û berdewamkirina wan pêwendiyan di hemû waran de nîşan da.

Serok Barzanî pîrozbahî li destbikarbûna Konsulê nû yê Koreya Başûr li Hewlêrê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest û spasiya gel û hikûmeta Koreya Başûr û hêza Zeytûn a Koreya Başûr jî kir ku hevkariya Herêma Kurdistanê kirine û hêvî kir ku têkiliyên dualî zêdetir bipêş bikevin.

Rewşa siyasî û bûyerên vê dawiyê yên navçeyê bi giştî, mijareke din a hevdîtina Serok Barzanî û Konsulê nû yê Koreya Başûr li Hewlêrê bû.

Ev nûçe bi tevahî 817 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:03:12