Serok Barzanî: Biryara girtina Rêbwar Talebanî siyasî ye û ne yasayî ye

Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de derbarê sepandina biryara sizayê li ser Rêbwar Talebanî de ragihand, biryara girtin û sizadana Dadgeha Kerkûkê ya di derbarê Rêbwar Talebanî Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ve bi tevahî siyasî ye.

27 Berfanbar 2018 - 02:52
27 Berfanbar 2018 - 02:52
 0
Serok Barzanî: Biryara girtina Rêbwar Talebanî siyasî ye û ne yasayî ye

Malpera fermî ya Serok Barzanî belav kir: “Biryara girtin û sizadana Dadgeha Kerkûkê ya di derbarê Rêbwar Talebanî Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ve bi tevahî siyasî ye û peywendî bi babeta dadwerî û yasa ve nîne.

Rêbwar Talebanî li dijî binpêkirina destûr û yasayê rawestaye û wekî Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê berevaniyê li berjewendiyên pêkhatên bajarê Kerkûkê kiriye.

Ev cûre biryar bi tu awayekî xizmet bi rewşa siyasî û çareseriya kêşeyan nake û kêşe û giriftan kûrtir dike.

Her ji bo wê yekê, daxwaz ji dam û dezgehên federal û aliyên peywendîdar û Hikûmeta Federal dikim ku sînorek ji bo van cûre biryaran deynin ku siyasî ne û xizmeta berjewendiya Iraq û kêşeyên Kerkûkê nake.”

Ev nûçe bi tevahî 1265 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:39:05