Serok Barzanî peyamek bo raya giştî belav kir

Serok Mesûd Barzanî peyamek li ser hilbijartina Serokomarê nû yê Iraqê belav kir û got, “Destûr nehate dayîn ku îradeya gelê Kurdistanê bê paşguhkirin.”

14 Cotmeh 2022 - 02:33
14 Cotmeh 2022 - 02:33
 0
Serok Barzanî peyamek bo raya giştî belav kir

Serok Barzanî li ser proseya siyasî ya Iraqê û hilbijartina serokomariya Iraqê peyamek belav kir û got “Ji dema ragihandina encamên hilbijartinan di Cotmeha sala borî de heta niha gelek hewl hatine dayîn ku îrade û mafên gelê Kurdistanê werin binpêkirin û kesekî li derveyî lihevkirin û îradeya gelê Kurdistanê wek serokkomar ferz bikin.”

Di peyamê de hat diyarkirin: “Lê ev hewldan bi ser neketin û destûr nehat dayîn ku îradeya gelê Kurdistanê bê paşguhkirin.”

Serok Barzanî destnîşan kir: “Ji bo me prensîp her tim ji meqam û pile girîngtir e û di dawiyê de jî ev prensîp bi ser ket ku nabe ti kes li ser îradeya gelê Kurdistanê bê ferzkirin û bibe serokomar.”

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de hêvî kir ku gavên bê yên proseya siyasî ya Iraqê xizmeta berjewendiya Iraqa Federal û Herêma Kurdistanê bike û keşûhewayeke nû jiyana siyasî bigire û dawî li pirsgirêk, asteng û krîzên berê were.”

Ev nûçe bi tevahî 647 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:10:57