Serok Barzanî: Roleke berçav ya Metran Reban di piştgiriya doza rewa ya gelê Kurdistanê de hebû

Serok Barzanî sersaxî li malbata Metran Reban El-Qes kir û got: “Roleke wî ya berçav di belavkirina çanda pêkvejiyana olî û netewî li Kurdistanê û piştgiriya doza rewa ya gelê Kurdistanê de hebû.”

28 Tebax 2023 - 09:45
28 Tebax 2023 - 09:45
 0
Serok Barzanî: Roleke berçav ya Metran Reban di piştgiriya doza rewa ya gelê Kurdistanê de hebû

Serok Barzanî sersaxî li malbata Metran Reban El-Qes kir û got: “Roleke wî ya berçav di belavkirina çanda pêkvejiyana olî û netewî li Kurdistanê û piştgiriya doza rewa ya gelê Kurdistanê de hebû.”

Kesayetiyê navdar ê Kirîstiyanan û metranê berê yê Dêra Kildanî ya Duhokê Metran Reban El-Qes îro 28ê Tebaxa 2023an, di temenê 74 saliyê de li nexweşxaneya Azadî ya Duhokê koça dawî kir.

Serok Barzanî di peyamekê de sersaxî li malbata Metran Reban El-Qes û Kirîstiyanên Kurdistan û cîhanê kir û hevxemiya xwe nîşan da.

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Xwedêjêrazî Metran Reban El-Qes roleke wî ya berçav di belavkirina çanda pêkvejiyana olî û netewî li Kurdistanê û piştgirîkirina doza rewa ya gelê Kurdistanê hebû.”

Serok Barzanî di beşeke din a peyama xwe de got: “Ez ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku giyanê xwedêjêrazî Metran Reban El-Qes bixe ber dilovaniya xwe û bi bihuşta perîn şad bike û sebir û aramiyê bide her kesî.”

Metran Reban El-Qes ji gundê Kanî yê qezaya Amediyê bû. Cenazeyê wî sibe sêşemî 29.08.2023an dê bi merasîmekê li gundê xwe bi xakê bê spartin.

Ev nûçe bi tevahî 1043 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:45:47