Serokwezîr Mesrûr Barzanî avakirina xaniyan ji bo du beşên civakê pesend dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser daxwaza Wezîrê Karûbarên Civakî Kiwîstan Mihemed, avakirina yekîneyên niştecihbûnê ji bo du beşên civaka pesend kir.

4 Çile 2023 - 09:44
4 Çile 2023 - 09:44
 0
Serokwezîr Mesrûr Barzanî avakirina xaniyan ji bo du beşên civakê pesend dike

Wezîra Karûbarên Civakî Kiwîstan Mihemed pêştir di nameya hejmar 1314 ya 7/11/2022 de, daxwaza avakirina yekîneyên niştecihbûnê ji bo zarokên bêwar ên di malên vehewandinê de ne û temenê wan bi ser 18 saliyê ketine û êdî nikarin li wan malan bimînin û ji bo jinên ku li malên vehewandinê ne û tevî çareserkirina pirsgirêkên wan, malbat wan wernagirin, kiribû.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ev daxwaza Wezîra Karûbarên Civakî pesend kir û aliyên pêwendîdar ji bo cibicîkirina vê dawazê raspardin.

Pêştir jî bi hevkariya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi sedan xanî ji bo malbat û kesûkarên şehîd û qurbaniyên jenosîdan hatibûn dayîn.

Ev nûçe bi tevahî 456 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:15:12