Tirkiye devera Pênciwînê bombebaran dike
Tirkiye bi riya dronekê, çend caran derdora qezaya Pênciwînê ya li parêzgeha Silêmaniyê bombebaran kir.

Tirkiyê derdora gundê Badane yê ser bi qezaya Pênciwênê bombebaran kir û bombebaran bi dronekê
Di encama bombebaranê de gelek agir û dûman derketiye, ev çend roj in jî nearamî li cem xelkê wan deveran dirust kiriye.
Gundê Badane ser bi navçeya Pênciwên ve ye û 5 kîlometreyan dûrî gundê Şêxalmarenê ye ku berî çend rojan di encama êrîşa asmanî ya artêşa Tirkiyê de 2 çekdarên PKKê hatin kuştin û çekdarekî din jî birîndar bûbû.
Di çend rojên borî de, Tirkiye bi berdewamî sînorê navçeya Pênciwên û çend deverên din ên Herêma Kurdistanê bombebaran dike.
Rêveberê Nahiya Nalparêz ya ser bi Pênciwînê ve Hêmin Îbrahîm: “3 roj in ev dever bi berdewamî tê bombebarankirin.”
Derbarê hebûna baregehên PKKê de jî got: “Ev hêz beregehên wan li vir nînin. Dibe ku di vê herêman re çûn û hatibin, lê navend û baregehên wan li vir nînin.
Nûvekirina herî dawî: 11:00:30