Zilamê 72 salî 5 cîranên xwe kuştin, 2 ji wan zarok in

Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê zilamekî 72 salî 5 cîranên xwe yên ji heman malbatê kuştin ku 2 ji wan zarok in.

23 Mijdar 2023 - 03:24
23 Mijdar 2023 - 03:24
 0
Zilamê 72 salî 5 cîranên xwe kuştin, 2 ji wan zarok in

Li gorî agahiyan, li navçeya Sîncanê li Taxa Mustafa Kemalê di navbera cîranên ku li heman avahiyê dijîn de ji ber qerebalixê nîqaş derket.

Piştî ku nîqaş gur bû T. Uyê 72 salî; B.T. (71), H.T. (41), S.T. (40), M.T. (13) û C.T. (11) kuştin.

Piştî ku cîranên wan agahî da, polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

B.T, H.T, M.T. û C.T. li cihê bûyerê mirin, S.T. jî li nexweşxaneyê mir.

Şikbar ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat desteserkirin.

Hat zanîn ku carinan ji ber qerebalixê di navbera her du aliyan de nîqaş derdiket.

Ev nûçe bi tevahî 1173 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:57:26