Nerîna endam, berpirs û rêberan girîng e!

Heger em bikaribin yekitiya HAK-PAR û PWK pêk bînin, ev ê bibe mîladek û em ê bi hevre berjewendiya gelê xwe biparêzin. Em ê bi hevre û bi hêzeke xurt li dij projeya tirkbûna miletê xwe rawestin. Bi yekitiyeke weha gelek rewşenbîr, nivîskar û kesayet jî dikarin beşdarî bikin. Loma ev yekitî girîng e û divê ji dest neyê berdan.

24 Cotmeh 2025 - 16:06
24 Cotmeh 2025 - 16:06
 0
Nerîna endam, berpirs û rêberan girîng e!

Meseleya yekitiyan, meseleyeke girîng û pêwîst e. Lê gelek rêvebir hene ku bi eşkereyê li gel wê ne, lê bi dizî ji bona ew nere serî çi ji destê wan tê dikin. Ji ber vê daxwaz dikim ku her endam û rêvebirekî me nerîna xwe bininîsînin, bi me û bi raya giştî re parve bikin.

JI ber vê, daxwaza min ew e ku berê endamên meclîsa me ya PWK û rêvebirên me nerîn û dîtinên xwe yên şexsî yek bi yek bi raya giştî û bi endamên xwe re bi zelalî û li asasê rastiyê parve bikin.Kî yekitiyeke çawa dixwaze? Gav avêtiina du partiyan welatparêz ya ji bona yekitiya HAK-PAR û PWK çawa dinerin û dinirxînin? Weke di sohebetên sexsî de çawa dibêjin divê weha jî bê tirs binivîsînin.

Heta ku rewş zelal nebe, nerîna rêvebiran neyê zanîn, bawer nakim yekitî pêk bê. Loma hêvî û rica min ji serokê me ê ewropa brêz Baran Boskan û endamê meclîsa me brêz Zinar Soran ew e ku divê nerînên xwe bi me û raya giştî parve bikin. Herweha hemî endamên meclîsa me jî.

Ez û ev herdu rêzdaran em ji salê heftê hevdu nas dikin. Heta salên 1992ê  em endamê yek partiyê bûn. PDK-KUK Nerîn û dîtinên hevdu, helwest û xebatên hevdu baş nas dikin û dizanin. Baweriya min ew e ku ev herdu rêberên min, nerîna xwe zelal bikin wê baş be. Ez di wê baweriyê û şikê deme ku rêzdaran Baran û Zinar ne li gel yekitiyeke ku ew nebin berpirs in. Ji ber tecrubeyên xwe yên bi salan  ku me bi hevre kar kirine vê dibêjim. Loma nerîn, kar û xebatên wan yên siyasî jî baş dizanim. Di yekitiyeke ku ew nebin berpirs dê nexwazin ew pêk bê. Ji ber ku van herdu brêzana xwe tim berpirs dîtine loma nikarin weke endam kar bikin. Dibe ku ez şaş bim. Loma ew binivîsînin wê baş be.

Sedemê vê jî ew e ku ev du salên partiya me PWK hatiye damezrandin, lê min heta niha tu nerîn û dîtinên van herdu brêzan li ser kar û xebatê partiyî nebihîstine. Helwesta wan ya li hember xeta pkk ya tirkbûnê nedîtiye. Loma weke endamekî meraq dikim gelo di derheqê yekitiyan û pkk de nerîn û dîtinên wan çine?

Herhal ne ew tenê, divê êdî endam jî yek bi yek nerînên xwe bêjin û binivîsînin. Em yekitiyeke çawa dixwazin? Em û HAK-PAR çawa dikarin yekitiyeke ku encamekî baş bide pêk bînin. Êdî li paş deriyan gotin nabe.Her tişt bi zelalî xweş e. Nerîna endaman gelekî girîng e.

Heger em karê yekitiyê tenê ji meclîsa xwe re bihêlin, wê ew daxwaza me û ya gelê me nere serî.  Her weha divê endam û rêvebirên HAK-PARê jî weke şexs nerîn û dîtînin xwe bi endam û raya giştî re parve bikin. Divê em weke endamên herdu partiyan, nerînên hevdu bizanibin û nas bikin.

Heger em bikaribin yekitiya HAK-PAR û PWK pêk bînin, ev ê bibe mîladek û em ê bi hevre berjewendiya gelê xwe biparêzin. Em ê bi hevre û bi hêzeke xurt li dij projeya tirkbûna miletê xwe rawestin. Bi yekitiyeke weha gelek rewşenbîr, nivîskar û kesayet jî dikarin beşdarî bikin. Loma ev yekitî girîng e û divê ji dest neyê berdan.

Em ê bikaribin bi zelalî û wêrekî projeya ku niha dewlet û pkk bi hevre dimeşînin ji xelkê xwe re eşkere bikin. Em ê bi hevre konferans, civîn û bernameyan amade bikin ku miletê me yê li ber têkçûnê ye, vê fêm bikin. Ji bona pêşîlêgirtina vê, pêşniyar û fikra dostan û hevalên xwe jî bigirin da ku bi projeyeke nû dest bi karê siyaseteke rast bikin.

Heger em vê venekin û nebêjin, wê li ser navê pêvajoya aşitiyê(!) tirkbûna kurdan misoger bikin. Yanî proja dewletê û pkk ev e. Wê bi serkevin ya bi sernekeve ew jî girêdayî hêz û qaweta partî û rêxistinên li ser xeta neteweyî û ne pkk yî dikare pêk bê.

Ji ber vê hê jî şans heye ku yekitiya du rêxistinên me yên welatparêz weke HAK-PAR û PWK ku pêk bê, rê li ber yekitiyeke berfireh jî vedike. Milet jî guneh e. Xelkê me her fedekarî kirine, lê tu encam negirtine. Ew jî êdî aciz in.

Divê êdî em hevdu nexapînin. Em herkes bi qaweta xwe û ya partiya xwe dizanin. Em dizanin ku bêyî yekitiyeke neteweyî û xurt, em ê hemî bi hevre wend bikin. Ji bona ku em wenda nekin, nerîn û dîtina her rêvebir û endamekî pîroz e.

Divê êdî em dest ji kî yekitiyê dixwazî kî naxwazî, berdin. Dema rêvebir û endam nerînên xwe vekin, binivîsînin û bêjin, aha wê demê em ê bi hevre fêr bibin ku kî kîne. Kî çi dixwazin. Di vê derheqê de brêz Fesîh Dogan ya xwe got û nivîsî, divê herkes vê bike.

Pêwîste em xwe ji qonaxa îllegalîtê azad bikin. Heger em partiyeke legal bin divê em vekîrî bin, ji nerîn û dîtinên xwe netirsin û wan bi endam û gelê xwe re jî parve bikin.

Ji ber ku ez û ew herdu brêzên ku min navê wan da, ji salên heftê hevdu nas dikin, berê jî em di yek partiyê de bûn. Niha jî em di yek partiyê de. Karê xwe ê siyasî bi hevre didomînin. Ji bona ku ew herdu brêzan berpirsê min in, mafê min e ku navê wan bidim. Daxwaz ji wan berpirsê xwe rêzdaran dikim ku nerîna xwe bi me re jî parve bikin. Ji vê pêve tu mebesteke min din tune ye.

Êdî dem û dewrana şerê çekdarî û partiyên nehênî derbas bûne. Loma divê êdî em xwe fêr bikin ku her tiştekî me, kar û xebatên me jî eşkere û şefaf be. Li paşderiyan em ê nikaribin tu yekitiyan pêk bînin. Şefafî û zelalî, çareserî ye.

Bûbê Eser

 


Nêrînên ku di vê gotarê de hatine vegotin, yên nivîskar in û ne mecbûrî siyaseta edîtoriya Nerîna Azad dikin.
154 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:46:13