Di destpêka şerê pkk (1984) ê ya ne di berjewendiya kurd û Kurdistanê de bû, me hinan ew şerê qirêj û şaşiyên pkk rexne dikir. Ji ber vê bû, hinan û bi taybetî apoyiyan bi zanetî û bi konetî digotin; " Heger hûn mêr in, dev ji xweşiya ewropa berdin werin serê çiyayên Kurdistanê" Ji ber ku şer, kuştin û wêranî hebû, kesên bi qurretiya şer tim bi heq derdiket in. Ango xelkê weha fêm dikirin.
Xelkê fêm dikirin ji ber wan tenê bi çavên xwe didît, lê di mejiyê xwe de, bi zanetiya xwe nizanibûn ev şer çi ye ji bona kê ye? Vê bi salan ajot, hinekî kêm bû be jî lê tesîra wê bi temamî ranebû ye. Ji ber vê bû ku ji wê demê û heta niha jî wan rexnên bi heq dihat kirin, erk û rola xwe nelîst û hêjî nalîzin...
Loma wan rexnena nikarîbûn rola xwe bilîstana, ji ber şerê dihat kirin, nedihişt wan rexneyan ronahî bide xelkê ku ev şer şaşe. Dawiya wî şerî ji me kurdan re çi anî çi bir, niha pir zelal û eşkere tê dîtin û zanîn. Niha diyar e ku pkk çima û ji ber çi damezrandin...
Ha min çima ev nivîsî? Gelek ji we dikarin bêjin me niha wexta wê ye? Erê ez dibêjim tam wexte û divê berî ku ew demana, ew şera û ew rexnên dihat kirin bêne ji bîrkirin, niha bêjin da ku şaşiyên nû û ji yên berê xerabtir pêk neyên. Çi ne wana?
Niha jî gelek camêr û canik û ez jî di nav de em dinivîsînin û hewl didin ku rewşenbîrên me kurdan divê bi zimanê xwe bixwînin û binivîsînin. Ji ber tê zanîn ku ziman hebûn e. Loma ji bona parastina vê hebûnê divê mirov binivîsîne heta ku rewşenbîrên kurdan bi temamî vegerin ser zimanê xwe.
Lê dîsa hin bi saya hinan derketine mazetê û ew êdî rexnan li wan kesên dixwazin ku gelê wan, rewşenbîrên wan vegerin ser zimanê xwe dikin. Çi dibêjin û kîne vana?
Apoyîne û dibêjin; "Erê me fêm kir ku hûn zimanzanin, hûn bi kurdî dinivîsînin û hûn dixwazin herkes binivîsinin. Lê de ka hûn jî werin welêt bê hûn karin weha bêjin an na". De îcar bala xwe bidinê ku bê min ev ji bona çi nivîsî.
Çawa di wextê şer de me nikarîbû rexnê li şerê bê wext bigirta û niha apoyî dîsa bi zanetê, nahêlin û naxwazin em rexnan li wan kesên ku zimanê xwe bi kar naynin bigirin. Çima hûn zanin?
Dema rexnên li şer hatin kirin û erka xwe ne lîst, wî şerê çi anî? Malwêranî, talanî, hilweşandinî, koçberî û gelek tiştên din anî ku gelek ji kurdan êdî ji kurdbûna xwe fedî dikin ku bêjin em kurd in. Ji ber ku wî şerî tu fêde neda gel. Her weha armanca wî şerî niha pir xweş diyar bû ku ji bona çi hatibû kirin.
Bi sed hezaran kurd perîşan bûn, bê mal û war man. Yên ji ber tirsa kuştin û girtinê, reviyan metroplên tirkan, rewş û jiyana wan ya li metropolên tirkan niha çawa ye li ber çavan e. Ev têra wan nekir, daxwaza wan ya niha jî ev e.
Dixwazin çawa bi wî şerê qirêj xerabî û malwêranî anî. Niha jî bi gotina; "Ka hela were welêt û behsa kurdî nivîsandinê bike" dixwazin zimanê me ango kurdiya delal ji nava gelê me rakin.
Helwest û gotinên wan yên niha vê dide zanîn ku weke bi awayekî sergirtî li dij kurdî nivîsandinê ne, lê niha hêdî hêdî dibêjin wê sibê vê jî weke çawa kurdistanê naxwazin, wê bêjin ziman jî ne hewce ye.
Aha di virde divê kurd ji niha de vê mebestê fêm bikin û li hember vê helwesta wan î ne di cih de, bêtir zimanê xwe bi kar bînin da ku ev helwesta wan î şaş û fehş vala derkev e.
Heger na hin vê nekin, ev ê jî wê weke wî şerê qirêj çawa Kurdistan wêran kir, ev ê jî ango ev helwesta wan ya nû jî wê ziman ji holê rake. Heger ev helwest pêk bê, êdî mirovên bi kurdî qise dikin û dinivîsînin wê bi qasî hejmara tiliyên destan bin.
Her tiştek di destêpêka xwe de diyar e ku berdewamiya wê dê çawa be. Mîsal û mînakên weha li bakurê kurdistanê gelek in. Hêvîdarim ku wê ji niha de xelkê me, partiyên me, hin ji rewşenbîrên me li dij vê helwesta qirêj ku dibêje; "Ka hela hûn jî werin welêt" derkevin.
Heger em ji niha de li hember vê, bê helwest bimînin û vê xeterê nebînin û bi awayekî tund li dij vê dernekevin, zimanê nemîne û bi nemîna zimên em jî weke gel weke kurd dê nemînin.
Ji ber vê ye ku niha bi zanetî apoyiyan û apoyîyên şermok dest bi kampanya li dij kurdên ewropa ku hemû jiyana xwe dane zimên, kirine. Ne tenê ev, her weha dixwazin wan kesên ji bona zimên û pêşvebirina wî kar dikin li pêş çavên gel reş û bê qîmet jî bikin. Çi dibêjin;
Dibêjin; " Kurdên me yên li ewrop dema têne tirkiyê, perên xwe kêfa xwe li stenbolê dikin. Narin li welatê xwe nagerin. Ji xwe gelek ji wan êdî pîr (kal) jî bûne...."
Çiqasî rast û xweş dibêjin ne? Nafikirên ku wan welat hemû têk birine û kirine weke xêrbê pez. Nafikirin ku wan hemû şoreşger, welatparêz ji welêt derxistine. Navifirin ku dema em herin welêt, hevalên dema me, ji ber zilma wan hemû reviyane metroplên Tirkiyê.
Dibêjin; "Ew êdî pîr bûne". Ev jî rast e. Lê nizanin an jî naxwazin bêjin ku şerab çiqasî dimîne ango kevn dibe ewqasî tama wê zêde, xweşiya wê delaltir dibe. Em jî li ewropa çiqasî pîr dibin; ewqasî dibin xwedî tecrube. Ji dêlva bêne ba me û van tecrubeyan fêr bibin, dev davêjin me da ku nivşê nû ji tecrûbeyên me fêdê nebînin.
Hêvîdarim min dabe fêm kirin ku niha çi lîstik, çi dafik û qirêjî li benda tunekirina zimanê me ye...
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.