CHP û serokê wê, endam û rêvebirên wê tev li dij doza Kurdistanê ne. Bi destê vê partiyê qirkirin û wêrankirina gelê me pêk hatiye. Ev partî partiya Kemalîstan e û Kemalîzm jî li ser asasê qirkirina kurdan û wêrankirina Kurdistanê hatiye damezrandin. Ango partiyeke dagirker e. Serokê wê gotineke got; Lê kurdan bi gotinên xwe tu tişt di wî de nehişt in!!!
Lê gelo hûn çima vê hirsê, vê dijbûnê li hember qaşo hin kurdên gotibûn; Me fikra Kurdistanê avêtiye tenekê zibil. Nadin der
Hûn çima li hember vê bêdeng in ku dema hinên kurd gotin; Kurdistanê di tepsiya zêrên jî bidin min ez ê qebûl nekim.
Dema avabûna dewletbûnê derbas bû ye? Heger ne rast be hûn çima bersîva rastîn nadin û li hember van gotinan nabin xwedî helwest.
Heger Kurdistan çê bibe em ê li dij bin. Gelo kurdek çawa dikare li hember damezrandina welatê xwe be û kes wî/ê şermaz nake, rezîl û ruswa nake.
Barzanî dixwaze Kurdistana mezin damezrîne,divê tirk agahdar bin. Ûhwd. Ma gelo ji van gotinan mezintir û xerabtir gotin hene ku hin ji wan kesên li hember gotina Kiliçdaroglu por bi serê xwe ve nehişt û wan gotinên qaşo yên li ser navê gelê kurd rêvebiriyê dikin, nabersivîne?
Gelo hûn çima kurdên di nava CHPya ku kurd qirkirne bê deng in? Hûn çima daxewazê ji kurdên di nav vê partiyê de ne nakin ku ew dev ji partiya Kemalîst berdin. Hûn çima bêdengiya kurdên endamên vê partiyê yên kurd şermezar nakin?
Heger hûn dozdar û parêzvanê gelê xwe ne, divê hûn berê li hember kurdên ku Kurdistanê naxewazin, ala kurdî nasnakin û dema firsetê dibînin wê dişewitîne, dernakev in. Her roj li ser wan binivîsînin,, bi gelê xwe bidin zanîn ku al şeref û namûsa gelekî ye.
Heger tu dixwazî bi şeref û bi namûs bijî divê tu zimanê xwe, ala xwe û welatê xwe biparêze. Parastina xwe ya ewil ji kurdên li dij vana ne, bikin.
Dagirker dijminê gelê me ne. Ew di hemî biryar û kiryarên xwe yên qirêj de bê minet in. Em nikarin dozê li wan bikin ku dev ji vê dagirkeriya xwe berdin, zimanê me bidin me, ala me nas bikin. Divê em li gel hev bi hevre di bin eniyeke neteweyî de, li hember wan, tekoşîna azadiya gelê xwe bidin.
Ne wextê xwe û ne jî serê xwe bi gotinên dagirkeran re neêşînin. Dagirger dijminê te ne, dijmin gelê me ye, em dikarin li hember dagirkeriya wan, tekoşînê bidin, heta ku em welatê xwe azad bikin.
Ji bona me kurdan ya herî girîng ew e ku divê em bi hemî îmkan û qawetên xwe li dij kesên ku li ser navê kurdan, kurdan dikujin, welat tarî mar dikin, derkevin. Zimanê me li ber têkçûnê ye, lê hêjî hin kesên rêvebiriya paratiyên kurd û kurdistanê dikin û kurdî nizanin pir in. Zimanê me li ber mirinê ye lê hêjî piraniya karê partiyên me û siyaseta wan bi tirkî ye. Ziman diqede lê hê jî hinên ji xwe re dibêjin em nivîkarê kurd in, lê hemî berhemên wan bi tirkî ye û Televizyonên ku niha li ser internetê têne vekirin ha ha propaganda wan dikin. Evana hemî ji gotinên Kiliçdaroglu xerabtir in. Lê li hemberî van deng jî kurdan dernakeve. Bi rastî jî kurd ecêb in…
Lê em vê nakin, diharin û tên dibêjin, way Kiliçdaroglu çawa dikare weha bêje. Em vê qebûl nakin. Tu qebûl bike û neke jî, heta ku tu bindest be, wê dagirker her gotina xwe bêje û ji bona tunebûne te têbikoşe…
Têbinî:Bi hêviya salên berbi serxwebûna Kurdistanê ku em weke kurd hemî hêzên xwe, qawetên xwe, zanîn û têgihiştinên xwe ji bona vê seferber bikin. Û dibêjim sala nû bila bibe serxebûna başûrê kurdistanê û azadiya ji bona perçên din.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.