Tirk me dikujin. Davêjin zîndanê, xaniyên me bi ser me de hildiweşînin. Siyasetmedarên me li malên wan de, nigê wan dixin qeydê da ku dûrî mal nere.
Cihê me yên dîrokî warên dikin. Cihê me yên zêrîn di bin avê de dihêlin. Siyasetmedarên me kirine rewşeke ku nikarin dengê xwe derxin, yên derdixin jî digirin û davêjin zîndanê. Yanî niha bakurê Kurdistanê kirine zîndana Diyarbekirê
Avê li ser Kurdistanê qut dikin, elektirîk li ser gundiyên Kurdistanê dibirin da ku zad û tenê wan hişk bibe. Êgir berra zadê kurdan didin. Li hember van bûyerana kurdên me heroj aqil didin û karê wan bûye rexnekirinên ne di cih de. Ev jî cesaretê dide dagirkeran da ku karê xwe bêtir bikin. Lê hin ji wan siyasetmedarn, ji bona bûyern 40-50 sal berê, kirasê xwe diçirînin.
Tirkan bi sedema koronayê gelek tiştên bê qanûnî kirin û dikin da ku çavên kurdan bitirsîne û di gelek waran de bi ser ketine. Ji xwe ev karê wan ji roja welatê me perçe kirine vê dikin. Li gor daxwaza dilên xwe tiştên bê qanûnî û bi dizî dikin. Heta ku rewşa koronayê zelal bibê, wê gavê em ê bibînin bê tirkançi anîne serê gelê me, welatparêz û şoreşgerên me.
Siyasetmedarên ji ewropa diharin, wan digirin li gor dilê xwe tiştan tînin serê wan, dixin zîndanê, piştî çend mehekî ber didin û dibêjin; ”Heger te fêlên xwe ango nebaşiyên xwe domand û careke din hat êdî xilasiya te tune ye”. Yanî bi awayekî rindiki û germik me tehdît dike.
Kurdistan û tirkiyê li kurdan kirine dojeh, tirs û xof bûye karê karbidestên tirk, azadiya polîs û leşkeran heta hûn bêjin zêde û serbest kirine, loma kê bigirin, bixin zîndanê an bikujin, azad in. Ev ne bes bû ev maf dane bekçiyan jî. Yanî ew jî êdî dikarin weke polîsan bikin.
Çima?
Ji ber ku ew ango bekçî nezanin, ne xwendane û tenê berjewendiyên xwe difikirin, lewra jî ewên her tiştên xerab bînin serê kurdan da ku bikaribin çend quruş pere bi dest bixin û ji karbidestên tirkan aferîmekî bigirin.
Dagirkerên tirk van tiştên xerab û ne di cih de tîne serê kurdan. Lê mixabn hin ji wan kesên dibêjin, ez siyasetmedar im, ji xwe re dibêjin; em welatparêzin li hember vana deng ji wan dernakev e.
Lê li hember bûyer an şaşiyek bi çûk ya brayê xwe, wê dikin derya da ku wî/ê têde bifetêsînin. Heta em weha bin, em ê bindest bin.
Kesên weha ji xwe re li her derekê hêlîn çêkirine, her hêlînek bi çend hêkan danîna li ser wê pesnê xwe didin û ha ha ketina parastineke vala da ku bikaribin çend quruşan bigirin, ya jî nav û dengê wan hebin…
Vana ne bes e, niha jî hinan qelema xwe kirine weke darikê fesadiyê û ha ha di nava gebûla fesadiyê bi kar tînin da ku li ser gelek birînin bi salane dixwazin welatparêzin berra ber hev din.
Tu karekî pêve rabin nemaye, tu siyaseteka bikaribin bikin nehiştine, tu partiyên ku bikaribe di nav de kar bike, êdî nabîne, lewra jî deng derdixe da bide zanîn ew hê heye.
Ji ber vê kesên weha divê karê xwe bikin, bikin da ku tim nav û dengên wan jî hebe. Kêfa wan ne ji rastî yê lê ji hebûna dengên wan re tê.
Mêrikê gundî ji bona hin behsa wî jî bikin; ma neçû bi kaniya ku gundiyan jê av vedixwarin de pisîtî nekir.
Dibêjin; ”Rovî ne diçû qulê hejikek ji teriya xwe vekir”. Ê me jî ev meseleye…
Camêrî, dilsozê, rastî û bratî ew e ku em îro li gel partî û siyasetmedarên xwe, projeyên ku wê azadiya bakurê kurdistanê bîne, bi hevre dînin, binivîsînin û têxin jiyanê.
Ez bawerim aqilê her siyasetmedarekî ku bi salan siyaset kiribe têra wan dike. Pêwîst nake mirov aqil bide wan. Heger te da, êdî ji te re namîne.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.