Hicreyên DAIŞê ketin tevgerê û amadehiya êrişa Kerkûkê dikin

Hat ragihandin ku hicreyên rêxistina terorîst a DAIŞê yên li derdora Kerkûk, Hemrîn û Diyalayê ketin tevgerê û amadehiya êrişa Kerkûkê dikin.

27.12.2017, Çar - 07:26

Hicreyên DAIŞê ketin tevgerê û amadehiya êrişa Kerkûkê dikin
Nuçe Belav bike

Hat ragihandin ku hicreyên rêxistina terorîst a DAIŞê yên li derdora Kerkûk, Hemrîn û Diyalayê ketin tevgerê û amadehiya êrişa Kerkûkê dikin. Di van rojên dawî de çend êrişên çekdarî û xwekujî pêk anîn.

Li gorî çavkaniyên herêmî, bi sedan milîtanên terorîst ên DAIŞê li başûr rojavayê Kerkûkê û li rêze çiyayên Hemrînê hene. Piştî ku 16ê Cotmetê Kerkûk ji aliyê Heşda Şeibî û hêzên iraqî ve hat dagirkirin DAIŞê ev ji xwe re wekî firsend dît û ji bo êrişê kete amadebaşiyê.

DAIŞê rojên borî midûrekî polîsên Kerkûkê yê bi navê Fazil Sebawî û 5 parastvanên wî û serokê êşîra Ciheşatê Welîd Nurî, hevser û kurê wî kuştibûn. Welîd Nûrî di heman demê de fermadariya hêzên Heşdî Aşayir ku li başûr rojavayê Kerkûkê bûn dikir.

Bajarê Kerkûkê niha ji aliyê artêş, polîsên federal, polîsên herêmî û dijterorê ve tê parastin, lê kontrola derveyê bajêr di destê DAIŞê de ye, hê jî êrişên xwekujî pêk tîne û rêya hemwelatiyan dibire. Herêma ku DAIŞ ketiye nava tevgerê tenê 18 kîlometroyan ji navenda bajarê Kerkûkê dûr e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1342 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:04:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x