Hat îddîakirin ku ciwanê bi navê Ferhat Atîlgan ê ku ji bo îfadedayînê çû Edliyeya Geverê, piştî ku hîn bûye ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatiye kirin, întîhar kiriye.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, hat îdiakirin ku Ferhat Atîlgan (26 salî) ê ku duh di derdora seat 16.00’an de li navçeya Gever a Colemêrgê ji bo îfadeyê bide çû Edliyeya Geverê, piştî ku hîn bûye ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatiye kirin, xwe ji qata sêyemîn a edliyeyê avêtiye xwarê.
Li gorî nûçeya YuksekovaHaberê, Dilvîn Tekîn parêzera Atîlgan der barê bûyerê de axivî û got “
Di bûyereke di sala 2015an de li ser lepikê ku di çêkirina molotofan de tê bikaranîn de nimûneya DNA ya muwekîlê min hatiye dîtin. Dozger ew bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê kir. Hê jî biryara girtinê ya misoger nehatibû dayîn.”
Hate hînbûn ku Atîlgan ê ku giran birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê, li gel hemû mudaxeleyên li nexweşxaneyê nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Atîlgan danê êvarê li goristana Bajêrge ya navçeyê bi axê ve hat sipartin.
Têkildarî bûyerê ji aliyê tîmên girêdayî Birêveberiya Ewlehiyê ya Navçeya Geverê ve lêpirsîn hat destpêkirin.
Tê çaverêkirin ku der barê bûyerê de Serdozgeriya Komarê ya Geverê daxuyaniyekê bide.