Li gor daxuyaniya ku roja Pêcşemê 8ê Hezîrana 2023an ji aliyê parêzgariya Amedê ve hatiye belav kirin, 9 deverên li sînorê taxên Zengezor û Mizagê yên navçeya Liceyê ya Amedê di bin navê “heremên ewlekariya taybet” de bo dema 15 rojan ji çûn û hatina welatiyan hatine qedexekirin.
Parêzgariya Amedê ragihandiye qedexe ji 7ê Hezîrana 2023an destpêkiriye û heta 22ê Hezîrana 2023an berdewam dike û kordînatên navçeyên qedexekirî jî li ser malpera xwe ya fermî diyar kirine.
Parêzgariya Amedê di daxuyaniya xwe de îdia kiriye ku ew qedexe ji bo “pêkanîna ewlehiyê, rêgirtina li bûyerên tundûtûjiyê û her pêşhatek nerênî” hatiye ragihandin û ew kesên ku pabendî qedexeyê nebin dê derbarê wan de lêkolîn bê destpêkirin û dê werin ceza kirin.
Li beşek ji parêzgehên Bakurê Kurdistanê û navçeyên wê ev demeke bi hinceta operasyonên li dijî PKKê qedexe tên ragihandin û ew qedexe bi berdewamî bo dema 15 rojan tên dirêjkirin.