Li Dêrsimê agir bi daristanê ket

Li navçeya Pulurê ya ser bi bajarê Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ve agir bi daristanê ketiye û heta niha hewldanên agirvemirandinê berdewamin.

06.09.2022, Sal - 06:49

Li Dêrsimê agir bi daristanê ket
Nuçe Belav bike

Parêzgariya Dêrsimê ragihandiye, roja Duşembê 5ê Îlona 2022ê demjimêr 16:00an li nêzîk gundê Kirmilê yê ser bi navçeya Pulurê ve ji ber sedemeke nayê zanîn agir bi daristanên navçeyê ketiye.

Li gor daxuyaniya parêzgariyê, tîmên girêdayî Şaxa Dêrsimê ya Rêveberiya Daristan û Parkên Neteweyî (DKMP) bo midaxeleyê çûne herêmê.

Parêzgarî dibêje ji bo agir berfireh nebe bi makîneyên kar xeteke ewlekariyê çêkirine û agir hatiye kontrolkirin û kar û xebatên sarkirinê jî berdewam in.

Komeleya Lêgerîn û Rizgarkirina Munzurê (MUDAK) jî li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê agirê daristanê yê li Dêrsimê de peyamek belav kiriye û ragihandiye, agir li cihekî mînkirî ye, lewra ji bo vemirandin û kontrolkirina agir, pêwîstî bi midaxileya ji asman heye.

Di peyama vê komeleyê de wiha tê gotin: “Li gundê Kirmilê li erdê mînkirî agir! Ji ber ew herêm mînkirî ye midaxeleya ji bejahî nayê kirin. Ji bo vemirandina agir divê midaxeleya asmanî bê kirin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 277 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:55:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x