Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê mînîbûseke geştyaran ku ji Behra Reş vedigeriya, li ser rêya Dêrsim û Erzînganê wergeriya û di encamê de 19 kes birîndar bûn ku birîna 3 ji wan giran e.
Li gor agahiyan, îro Sêşembê 12ê Temuzê di demjimêrên serê sibehê de mînîbûseke geştiyaran ku ji parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê ve çûbû Derya Reş, di dema vegerê de li sînorê parêzgeha Dêrsimê wergeriyaye.
Di encama wê bûyerê de 19 kes birîndar bûne ku li gor zanyariyan birîna 3 kesan giran e.
Piştî agahdarbûna ji bûyerê, tîmên Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez li Tirkiyê (AFAD) çûne cihê bûyerê û kesên birîndar ji mînîbûsê derxistin û bo Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê veguhestine.