Rıha: Ji malbatekê 5 kes di bin kavilan de mirin

Bîlançoya erdhejên ku navenda wê Mereş e roj bi roj girantir dibe. Li Rihayê ji malbatekê dayik, 2 keç û 2 neviyên ku di bin kavilan de mabûn jiyana xwe ji dest dan.

08.02.2023, Çar - 13:49

Rıha: Ji malbatekê 5 kes di bin kavilan de mirin
Nuçe Belav bike

Roja Duşemê 6ê Sibatê erdhejeke mezin bi pileya 7.7 pileyê rîxter ku navenda wê navçeya Bazarcix a Mereşê li Bakurê Kurdistanê bû, Bakurê Kurdistanê û çend parêzgehên Tirkiyê hejand. Di heman rojê danê nîvro de erdhejeke din bi hêza 7.6 pileyê Rîxer navçeya Elbistan a Mereşê hejand.

Erdhejê li 11 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bûye sedema wêraniyeke mezin û mirina bi hezaran kesan û birîndarbûna bi hezaran kesên din.

Li navenda Rihayê Nazli Bozkaya (60) ku weke Daykê Nazê tê naskirin, herdu keçên wê Diclenur Bozkaya (19) û Elmas Ozkan (30) û neviyên wê Ronya Ozkan (9) û Beste Ozkan (3) di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dan.

Elmas Ozkan a ku bi du keçên xwe Ronya û Beste re di bin xirbeyan de jiyana xwe ji dest da, karê muzîkê dikir.

Mahîr Bozkaya diyar kir ku mala dayîka wî li kêleka mala wan bû û got: “Tiştek bi mala me nehat. Lê mala diya min wêran bû. Diya min, 2 xwişk û 2 xwarziyêm canê xwe ji dest dan. Em pir xemgîn in.”

Li Rihayê herî kêm 135 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdeyî 2000 kesan birîndar bûne.

Ji aliyê din ve li bajêr xebatên lêgerîn û rizgarkirina kesên di bin xirbeyan de mane berdewam dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 725 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:32:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x