Sêrt: Welatiyê ku masî digirtin xeniqî

Li navçeya Xizxêrê ya parêzgeha Sêrtê welatiyekî 44 salî yê ku ji bo girtina masiyan ket çem, xeniqî.

29.09.2023, Cum - 06:24

Sêrt: Welatiyê ku masî digirtin xeniqî
Nuçe Belav bike

Li gorî zanyariyan li gundê Hertavusê yê navçeya Xizxêrê ya Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê welatiyê bi navê Aslan Kayirê 44 salî bi çend hevalên xwe re ji bo ku masiyan bigire çû çemê li nêzîkî gund.

Aslan Kayir ji bo ku li torên xwe yên masiyan ên berê di çem de vedabûn binêre ji hevalên xwe veqetiya û demeke dirêj nehat ba wan.

Hevalên Aslan Kayir li ser vê yekê aliyên pêwendîdar ji rewşê agahdar kir.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) û cenderme çûn cihê bûyerê.

Tîman ji bo dîtina Aslan Kayir dest bi xebatan kir.

Piştî demekê cenazeyê Kayir ji çem hat derxistin û tîman bir Nexweşxaneya Dewletê ya Xizxêrê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 399 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:19:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x