Kurdistan û Fransa dê her dost bimînin

Li gorî daxuyaniya Konsolê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Domînîk Mas, dostaniya Kurdistan û Fransayê dê pir girîn e û ev dostanî dê her wekî xwe bimîne.

09.05.2017, Sal - 06:24

Kurdistan û Fransa dê her dost bimînin
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya Rûdawê Konsolê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Domînîk Mas behsa serdema nû ya pêwendiyên Parîs û Hewlêrê kir û got: "Ez bawer dikim, dê Serok Barzanî û Serok Macron hev bibînin û hêvîdar im, ku Serok Macron were Hewlêrê. Pêwendiyên Fransa û Herêma Kurdistanê demdirêjî ne, ev bi dehan sal in pêwendiyên herdu aliyan hene. ev peywendî yên dostaniyê û hevrêtiyê ne."

Mas da xuyakirin ku Iraq di şerê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de hevpeymanekî Fransayê ye lewma jî dê 5 salên pêş me de jî Iraq bibe babeteke sereke ya siyaseta Fransayê.

Domînîk Mas li Herêma Kurdistanê derbarê vîzeyên Fransayê de hişyarî da hemwelatiyên kurd û got: "Hemwelatiyên Kurdistanê ji bo wergirtina vîze serdana hinek kompanyayên geştiyariyê dikin. Ew kompanya dosyayên wan baş amade nakin. Gelek caran dokûmentên sexte bikar tînin. Lewma em nikarin vîze bidin wan. Navê wan kompanyayan jî li cem me hene. Herwiha ew kompanya pereyekî zêde ji hemwelatiyan distînin, 8 heta 12 hezar dolaran dixwazin û qaşo ev pere ji bo qonsolxanayê ne. Ew pereyên tên dayîn ne ji bo konsolxane û ne jî ji bo Fransayê ne, sextekarî di nav vî karî de ye."

Li gorî gotina Domînîk Mas, di sala 2015an de zêdetirî 5 hezar vîzeyan dane hemwelatiyên Herêma Kurdistanê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1183 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:02:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x