Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Koreyê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Komara Kore yê li Herêma Kurdistanê Cho Kijoung kir.

09.09.2023, Cts - 09:41

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Koreyê kir
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Şemiyê 9ê Îlonê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Komara Kore yê li Herêma Kurdistanê Cho Kijoung kir, ku ji bo xatirxwestinê û bidawîbûna erkê wî, serdan kiribû.

Di hevdîtinê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevî balkişandina ser pêwendiyên dîrokî û dostane yên navbera Herêma Kurdistanê û Koreyê, spasiya Konsulê Giştî yê Koreyê kir ji bo kar û çalakiyên ji bo pêşvebirina pêwendiyên dualî û di erk û karê wî nû de hêviya serkeftinê ji re xwest.

Konsulê Giştî yê Koreyê, pêzanîna xwe ji bo hevkarî û hevahengiya baş a saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel konsulxaneya welatê wî nîşan da û amadebûna xwe jî nîşan da ji bo zêdetir pêşvebirina pêwendiyên navbera Kore û Herêma Kurdistanê bi taybetî di warê xwendin û piştevanîkirina çaksaziyên Kabîneya Nehem ên dijîtalkirina xizmetguzariyên giştî de.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 403 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:00:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x