Serokê Navenda Mûstaqbel li Washingtonê Întîfaz Qenber ji bernameya Îro ya radyo televîzyona Rûdawê re axivî û got, ku wî bi raporekî ji Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Joseph Penten xwestiye, piştî referandûndûmê rê nedin cezakirina Kurdan da ku tişta di Enfalê de bûye dubare nebe.
Întîfaz Qenber da zanîn, ku Serokwezîrê Iraqê heyder Ebadî bûye sedem ku Amerîka li hember referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê helwesteke tund werbigre û got: “Ebadî ji Amerîkayê re got, eger helwesta we ne tund be dê di hilbijartinan de ez sernekevim. Dê aliyên nêzîkî Îranê serbikevin û vê yekê jî hişt Amerîka helwesteke tund werbigre.”
Qember berdevama axaftina xwe de da xuyakirin, ku yek ji hêceta Amerîkayê şerê DAIŞ'ê bûye lê ew bawer nake di rêveberiya Trump de ti kesek razî bibe kurd bên cezakirin û got: “Bi baweriya min dê ev rewş di berjewendiya kurdan de were guhertin. Çimkî çareserkirina vê pirsgirêkê bê şert û merc rûniştina ser mêzê ye.”
Bi nêrîna Serokê Navenda Mûstaqbel li Washingtonê milmilaneya li herêmê ne di navbera Hewlêr û Bexdayê de, lê di navbera Hewlêr û Tehranê de ye. Herwiha Amerîka nahêle Îran destwerdana Kerkûkê bike û lewma dibêje: “Îran dixwaze rewşê aloz bike. Ew kesên naxwazin diyalog jî çêbibe, di berjewendiya Wîlayeta Feqî ya Îranê de kar dikin. Lewma min hişyarî da, dibe li Kerkûk û çend navçeyeke din Îran bixwaze bingeha pevçûnan ava bike û xwîn birije. Wê demê dê hejmareke zêde yê kurdan û gelên cîhanê ji bo parastina nasnameya kurdan werin şer bikin.”
Li ser helwesta Tirkiyê ya li hember Herêma Kurdistanê jî Serokê Navenda Mûstaqbel li Washingtonê Întîfaz Qenber wiha axivî: “Heta niha jî helwesta Tirkiyê ne zelal e. Dibe Tirkiye li dijî giştpirsiyê be lê naxwaze rewşê têk bide û ji aliyê leşkerî ve Îran serdest be li herêmê. Çimkî ev li dijî berjewendiyên Tirkiyê ye. Me dît, ku Usame Nûceyfî û aliyên din ên nêzîkî Tirkiyê ne li ser mêza danûstandinan rûniştin. Helwesta Tirkiyê ji ya Îranê bi aqiltir e. Îran dixwaze agir bike, Kurdistanê kontrol bike û îradeya gelê kurd bişkîne.”
Derbarê dorpêça ser Kurdistanê û helwesta Amerîkayê de Întîfaz Qenber got: “Ez we dibînim Amerîka rê nade gelê kurd bi awayekî giştî were cezakirin. Ji ber ku ev yek dê li Washingtonê dengekî mezin vede. Piştî Kongresa Amerîkayê, çendîn navendên din ên Amerîkayê li dijî sizadana gelê kurd in. Ev jî bandorê li ser biryara Amerîkayê dike.”