Li gorî agahiyên BasNewsê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê di demek nêzîk de serdana Almanya û Brîtanya bike û bi rayedarên wan welatan re hevdîtin bike.
Li ser naveroka wan serdanan jî endamê serkirdetiya PDKê Aras Heso Mîrxan ji BasNewsê re got, serdana serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li ser vexwandina wan welatan tê kirin.
Mîrxan her wiha got, şanda hikûmeta Kurdistanê dê bi rayedarên wan welatan re li ser çawaniya çareserkirina kirîza navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj bike û daxwaz ji wan welatan bike Bexdayê neçar bikin da ku bi Hewlêrê re dest bi diyalogê bike.
Wî endamê serkirdetiya PDKê da zanîn ku serokê Fransa Emmanuel Macron beriya niha daxwaz ji Amerîka û Brîtanya kiribû fişarê bixin ser Bexdayê da ku bi Hewlêrê re dest bi diyalogê bike û mafên kurdan misoger bike.
Beriya niha BasNewsê dabû zanîn ku Nêçîrvan Barzanî dê serdana Tirkiyê jî bike û bi serokomarê wî welatî Recep Tayyipp Erdogan re hevdîtin bike.